Girseyên Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê gihîştin Hesekê

Bi sedan şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê ku bi armanca tevlîbûna berxwedana gelê Hesekê, derketibûn rê, gihîştin Hesekê.

Girseyên Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê gihîştin Hesekê
Girseyên Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê gihîştin Hesekê
Girseyên Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê gihîştin Hesekê
Girseyên Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê gihîştin Hesekê
24 ÇILE, 2026   13:05
QAMIŞLO

Li bajarên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê di saetên serê sibehê de bi sedan kes ji bo ku tevlî berxwedana Hesekê bibin bi karwanekî mezin ê wesayîtan derketibûn rê. 

Karwanê gel, li Çerxerêya Kevokê ya li Taxa Til Hece, ji aliyê sedan şêniyên Hesekê ve hat pêşwazîkirin.

Di pêşwazîkirinê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Hesekê” hatin berzkirin.

Girseyên ku ji hersê bajaran hatine, tevlî komên ku li nava bajar nobedariya parastinê dikin, dibin.

(ekip)

ANHA