Gerîlayên azadiyê balafirek dagirkeran xist

 HPG’ê da zanîn ku duh li Asosê ya Qendîlê derbe li balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker dane û dema xwestiye vegere, li Geverê ketiye.

 Gerîlayên azadiyê balafirek dagirkeran xist
13 tîrmeh, 2024   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“12’ê Tîrmeha 2024’an saet di 08:54’an de SÎHA (balafira bêmirov a biçek) a bi tîpa AKSUNGUR a aîdê dewleta Tirk ku li ezmanê Asosê difiriya, ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Qendîlê ve hate lêdan. SÎHA piştî ku derb xwar, xwest ber bi Bakurê Kurdistanê ve manewra bike, lê belê derdora saet 10:00’an li nêzî gundê Pîrzalan ê navçeya Geverê ya Colemergê kete xwarê. SÎHA şewitî û îmha bû.”