Gelê Til Birakê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiya
Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Til Birak bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Di meşê de peyama "Heya azadiyê dê têkoşîn dewam bike" hat dayîn.
Bi pêşengiya Meclisa Kongra Star a bajarê Til Birakê ya kantona Cizîrê, îro bi sedan şêniyên Til Birakê, endamên saziyên sivîl û leşkerî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Girseyê ji deriyê rojava yê têketina bajar dest bi meşê kir, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin.
Meş li Çerxerêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Kongra Star a Til Birakê Zehra Mutleq axivî. Zehrayê di axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna wan heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bike û fikra neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan wekî çareseriya herî guncaw ji qeyranên li Rojhilata Navîn re destnîşan kir.
Zehrayê anî ziman ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkek e û azadiya wî di têkoşîna siyasî û dozên hiqûqa mirovahiyê de girîng e.
Zehrayê di dewama axaftina xwe de bang li dewleta Tirk û hikumetên dewletên din kir ku mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd nas bikin û di dan û standinên bi pirsgirêkên civakî re rêbazên demokasiyê bipejirînin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bi cidiyet nêzî doza Rêber Abdullah Ocalan bibin, dawî li pergala îşkence û qirkirinê bînin û zextê li desthilata Tirk bikin bila mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne.
Çalakî bi silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê bi dawî bû.
(bb)
ANHA