Gelê kantona Firatê 2 cangorî spartin axê

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmekê şehîd Arjîn Kobanê û şehîd Elî Nebo oxir kirin.

25 ÇILE, 2025   16:06
KOBANÊ

Fermandara Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Arjîn Kobanê (Edla Mixarî) ku 23`yê Çileyê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Nebo ku 16`ê Çileyê li Eyn Îsa şehîd bûbû, îro bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kirin. Bi sedan şêniyê kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji ferdamandarên YPJˈê Stêrk Kobanê axivî. Stêrk Kobanê piştî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest, bal kişand ser berxwedana gel a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Gelê herêmê dîrokeke nû ya berxwedanê dinîvise. Em silavên xwe ji gelê berxwedêr re dişînin. Em careke din li vir hazir bûne da ku şehîdên xwe û milîtanên xwe oxir bikin. Dewleta Tirk a dagirker her çi qas êrişan li ser herêma me pêk bîne, tu carî bi hêz û îradeya me nikare. Ji ber ku gelê me ji giyanê şehîdên xwe hêz û vîna xwe digire. Gelê me xurt e, ji ber vê yekê tu êriş bi hêza me û gelê me nikarin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çelebiyê Esed Ebûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî sivîlan dike û got: “Gelê me xwedî hêz û vê hêza xwe ji şehîdên xwe digire, lew ra wê dewleta Tirk bi ser nekeve.”

Bavê şehîd Arjîn Şewket Mixarî bal kişand ser berxwedana gel a li Bendava Tişrînê û wiha domand: "Gelê me bi berxwedana xwe xwe îsbat kir ku wê bi sedan rêya Arjînan bişopîne. Li Mehabatê, li Hewlêrê, li Amed û niha jî li bendava Tişrînê Arjînan bi têkoşîn û berxwedana dîrok bi tîpên zêrîn nivîsandin. Dewleta Tirk a dagirek li hember berxwedana şervanên me têk çûye. Şervanên me bi ruhê şehîdan hêza dewleta Tirk lawaz kiriye ku êdî nikarin li ber xwe bidin.”

Li ser navê malbata şehîd Elî Ezedîn Şêxî jî got: "Zarok, jin, kal û pîr berê xwe da bendava berxwedanê, lê dewleta Tirk rojane êrişî gel dike da ku îradeya gelê li bendavê bişikîn. Gel xwe li hember êrişîn dagirkeriyê lawaz nabînin, ji ber ku gel şervan e û şervan jî gel e wê bi hêzê wê dagirkeriyê têk bibin."

Piştre wesîqeyên şehîd Arjîn û şehîd Elî hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşman hatin definkirin.

(sş/bb)

ANHA