Fransa careke din piştgiriya danûstandina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta veguhêz re kir

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku danûstandinên di navbera nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz de, bi piştgiriya Parîs û Washingtonê dewam dikin.

Fransa careke din piştgiriya danûstandina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta veguhêz re kir
12 tebax, 2025   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand ku divê danûstandinên di navbera nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berdewam bikin. 

Wezaretê diyar kir ku Parîs hîna li ser soza xwe ye ku Sibata borî di kongreya Sûriyeyê de dabû ji bo ku çareseriya aştiyane pêk were û Sûriyeya azad, xwedî serdest û aram ava bibe.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku, bi hevkariya Washingtonê, ew diyalogên berdewam bi nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz re didomînin û hewlên xwe ji bo gihandina nêrînan didomînin.

Wezaretê teqez kir ku entegrekirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nav artêşa Sûriyeyê de ji bo aramiya Sûriyeyê û herêmê û ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî terorê mijarek bingehîn e.

(ac/şx)

ANHA