Foza Yûsif: Hin alî dixwazin şerekî navxweyî li Sûriyeyê derxin

Foza Yûsif li ser rûpela xwe ya Xˊê diyar kir ku êrişên bi çekên giran li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla komên hikumeta demkî ve binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê ye û dikevin xizmetî aliyên ku dixwazin şerekî navxweyî li Sûriyeyê gur bikin.

Foza Yûsif: Hin alî dixwazin şerekî navxweyî li Sûriyeyê derxin
6 ÇILE, 2026   22:26
NAVENA NÛÇEYAN

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser rûpela xwe ya Xˊê nivîsek têkildarî êrişên li dijî taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê yên Helebê de parve kir.

Foza Yûsif ev nivîs parve kir: "Êrişên bi çekên giran li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla komên girêdayî hikumeta demkî ve binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê û mafên şêniyên wan taxan e. Ew êriş tenê xizmetî aliyên ku dixwazin şerekî navxweyî li Sûriyeyê gur bikin, dike. Ji lew re divê dûrketina ji van pêkanînan berpirsiyariyeke neteweyî ye."

(fr)