'Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji Rojhilata Navîn re destkeftî ne'

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê konferansek bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye" li dar xist. Di konferansê de girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de hatin diyarkirin.

7 sibat, 2024   18:46
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan û Însiyatîfa Azadiya Rêbet Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê konferansek li dar xist.

Di konferansê de kesayetên Sûriyeyî, malbatên gerîlayan, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û nûnerên hêzên leşkerî beşdar bûn. Her wiha bi rêya onlinê cîgira serokê rêxistina Kongreya Amazîg a Cîhanî li Misrê Emanî Ebdulwahid El Weşamî û rojnamevanê Misrî Îlhamî El Milêcî beşdar bûn.

KOMPLO Û SEDEMÊN WÊ

Di serî de mijara konferansê bi zimanê erebî ji hêla hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşan Mihemed û bi zimanê Kurdî ji hêla endama KPC-Dˊê Zekiye Mistefa ve hat xwendin. Di mijarê de hat gotin, Abdullah Ocalan rêber, siyasetmedar, ronakbîr û fîlozof e. Pirsgirêka binpêkirina mafên demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn di serî de gelê Kurd û sedemên wê lêkolîn kir. Jiyana xwe di naskirina sedemên krîzên aborî, civakî, siyasî û çandî de derbas kir û ji wan re çareserî peyda kirin.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û komploya li dijî wî hat pêşandan.

Piştre bi rêya onlinê Emenî Ebdulwahid El Weşamî axivî û tiştên Rêber Abdullah Ocalan jib o rizgarkirina jinan pêşkêş kirine gelekî binirx dîtin û wiha got: " Rêber Ocalan di parêznameyên xwe de her tim banga rizgarkirina jinan û wekheviyê dike. Ji ber ku jin li Rojhilata Navîn bê maf û bindest in. Destkeftiyeke mezin e ku fikrên ronakbîr Ocalan li Rojhilata Navîn belav bibin."

Nivîskar û rojnamevanê Misirî Îlhamî El Milêcî got: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan 25 sal derbas kir. Hemwextî wê li dijî wî cezayên dîsplînînê yên derqanûnî tên derxistin. Armanca komployê têkbirina tevgera azadiyê ya demokrat û aştiya li cîhanê bû. Ew jî bi rêya têkbirina projeya Rêbertî bû. Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser fîlozof Abdullah Ocalan êdî dem dema bilindkirina asta têkoşînê û bilindkirina dengan e."

Xwişka şehîd Dilşêr, Sozdar Reşo axivî û wiha got: "Bi saya fikrên Rêbertî me xwe û dîroka xwe nas kir. Bi taybetî em wek jin me rolek mezin di hemû qadan de lîst, berovajî berî projeya Rêbertî. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin."

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Ebdulmenan Mamo axivî û wiha got: "Rêbertî bi fîzîkî girtî ye lê belê fikrên wî di mejiyê me de ne. Em çiqas çalakiyan bikin û ji bo wî tê bikoşin dîsa jî em nikarin mafên wî bidinê. Ji ber wê jî pêwîst e em wek wî fedakariyê bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Di dawiya konferansê daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de teqezî bi domandina têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

(mh)

ANHA