Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî dewam dikin

Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bêdengiya navneteweyî li hember wê û bangkirina pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomin.

7 sibat, 2024   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

15'ê Sibatê salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Di vê çarçoveyê de Kongra Star a herêma Koçerat li hola civînan a gundê Veroc civînek ji şêniyan re li dar xist. Tê de bi sedan şênî beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo behsa xeteriya komploya navneteweyî kir û destnîşan kir ku e komplo li dijî hemû civakên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bû.

Binefş Ebdo wiha domand: "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê belav bûye. Pêwîst e em ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî çalakiyên xwe berfirehtir bikin."

TEBQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya li qada Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera kombûnê Nûr El Henefî ve bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê, tevgerên jinan û Yekitiya Jinên Ciwan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser komployê, armancên wê û encamên wê hat kişandin û hate gotin azadiya Rêbertî mifteya çareseriya pirsgirêka Kurdî û hemû pirsgirêkên aloz ên Rojhilata Navîn e.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê yên dermirovî û derexlaqî li dijî girtiyên siyasî hatin şermezarkirin.

DÊRAZOR

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li hola Meclisa Gel a bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê semînerek da. Di semînerê de bal li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kişandin. Di semînerê de şênî, endamên saziyên sivîl, meclisên xwecih, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên Komîteya Jinan a rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de endama Komîteya Jinan Xade Zekeriya bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre rêvebera komîteyê Engîzek Demhat li ser girtina Rêber Abdullah Ocalan û armanca wê axivî û banga pêkanîna yekitiyê li hember komployê kir.

Li dawiyê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana wî ya li Îmraliyê hat pêşandan.

(mh)

ANHA