Li Nexweşxaneya Minbicê yekem beşa parçekirina kevirên gurçikan hat vekirin

Desteya Tenduristiyê ya kantona Minbicê li Nexweşxaneya Minbic El Cedîd (nû) yekem beşa parçekirina kevirên gurçikan vekir û dê çend beşên din jî werin vekirin.

12 cotmeh, 2024   17:53
MINBIC

Îro, Desteya Tenduristiyê ya kantona Minbicê li Nexweşxaneya Nû ya Minbicê ya li kolana Rabîte yekem beşa parçekirina kevirên gurçikan vekir. Deste lez dike ku beşên din jî li nexweşxaneyê veke.

Rêveberê Desteya Tenduristiyê Suheyb Walî axivî û got: "Di beşê de alavên nûjen hene û 8 saetan hatin tecrûbekirin û xwedî partîka bilind derketin. Dê ximzeta vê yekê li gorî derfetên welatiyan bin."

Walî anî ziman ku tîmeke bijîşkî û fenî yên radyolojiyê hene, çavdêriyê li alavê û xebata wê dikin. Walî diyar kir ku dê di demeke nêz de beşên din jî li nexweşxaneyê werin vekirin.

Walî di dawiyê de got: "Dê di demeke nêz de vekirina beşa Mammograf ku berpirsê aşkerakirina zû ya penceşêra pêsîrê ye were ragihandin. Li kêlek wê jî dê beşa MRI di leztirîn dem de bikeve xizmetê. Bi vê yekê dê rewşa tenduristiyê ya li kantonê were bipêşxistin. Dê ev nexweşxane bibe bikeve xizmetkirina şêniyan, barên welatiyan û êşên wan a ji ber çûna li kantonên din sivik bike."

(fr)

ANHA