Fermandarekî QSDˋê: Me hemû hewldanên pêşveçûna çeteyan têk birin

Fermandarekî QSDˋê diyar kir ku hêzên wan tevahî hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên pêşveçûna ber bi Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê ve têk birine.

Fermandarekî QSDˋê: Me hemû hewldanên pêşveçûna çeteyan têk birin
30 kanûn, 2024   05:10
REQA

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şakir Ereb ji ajansa me re der barê pêşdeçûnên dawî li eniyên şer ên li gundewarê Minbicê, herêma pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê de axivî û got: "Di dirêjahiya 20 rojan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê kontrol bikin. Lê hêzên me tevahî hewldanên wan, ruxmî piştgiriya hewayî û hêzeke mezin a leşkerî, têk birin."

Li herêma Bendava Tişrîn û herêma pira Qereqozaqê yên li gundewarê Minbic û Kobanê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rû didin. Li beramber van êrişên dijwar şervanên QSDˋê bersivên tund didin çeteyan û êrişên wan têk dibin.

Şakir Ereb têkildarî rewşa li wan eniyan wiha domand: "Şervanên me berxwedaneke mezin raber kir, êrişên çeteyan şikandin, zirarên mezin bi wan û cebilxaneyên wan kirin. Hêzên me zêdetirî 450 çete kuştin û bi dehan tank û wesayîtên zirxî rûxandin."

Ereb diyar kir ku hêzên wan êrişên bênavber ên çeteyan têk didin û li eniya başûrê rojhilatê gundewarê Minbicê bi pêş de dicin û ji navenda bajêr ve 14 kîlometre dûr in.

Şakir Ereb di dawiyê de got hêzên wan ên leşkerî di çarçoveya têkbirina êrişên çeteyan de fedakariyên mezin da û wiha got: "Em amade ne di oxira parastina gelên Herêmê de hîna fedakariyên din bidin."

(fr)

ANHA