Federasyona Gaziyan fermandar Rêzan Çiya bi bîr anî

Federasyona Gaziyan bi daxuyaniyekê şehîd Rêzan Çiya bi bîr anî û diyar kir “Wek hevalên têkoşînê yên hevrê Rêzan em soz didin ku heya dawiyê em ê şopdarên armanc û hêviyên şehîdên xwe bin.”

Federasyona Gaziyan fermandar Rêzan Çiya bi bîr anî
25 kanûn, 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniiyeke nivîskî fermandar Rêzan Çiya abi bîr anî. Rêzan Çiya 3’yê Kanûnê li Minbicê şehîd bûbû.

Berfirehiya daxuyaniya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

“Li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hember êrişên dagirkeriyê yên bi armanca qirkirin û tunekirina gelan, hevalên me yên gaziyên şer li gelek qadan di nava têkoşîn û berxwedaneke biheybet de ne.

Gazibûn ku di nava refên Tevgera Azadiyê de xwedî cihekî pir birûmet e, Rêber Apo têkildarî gaziyan dibêje “Gazîtî şerefek e. Bicihanîna pêwîstiyên wê ji bo vê şerefê şertê bingehîn e.”

Hevalên me yên gazî jî bi vê zanebûn û baweriyê, li gel hilgirtina mîsyona gazîtiyê ji bo parastina şeref û rûmeta gelên herêmê, bê sekn berxwedan û têkoşînê didomînin.

Hevalê me Rêzan Çiya (Evdo Ebdullah) ê sala 1994’an li Efrînê ji dayik dibe, bi têgihaştina ku ji warekî bi xak û gelê xwe ve girêdayî ye, di pêvajoya şoreşa Rojava de 2011’an tev li nava refên şoreşê bû. Hevrê Rêzan di gelek hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriyê de cihê xwe girt, 2014’an li Serêkaniyê di şerekî de ji lingê xwe birîndar bû. Rêzan ê dildarê azadiyê jî bû, wek şervan û fermandarekî bi sekn û têkoşîna xwe ji bo heval û hevrêyên xwe mînak bû.

Heval Rêzan hema piştî tedawiyê careke din tev li nava kar û xebatên têkoşînê dibe, bi fedakarî û cesareta xwe di dilê gelên me yên herêmê û hevalên xwe de cih girt. Dilsozê Rêber Apo, heval Rêzan li gelek qadan têkoşîn meşand, 3’yê Kanûna 2024’an li Minbicê di êrişeke dewleta Tirk û çeteyên wê de bê teredut li ber xwe û gihaşt şehadetê.

Wek hevalên têkoşînê yên hevrê Rêzan em soz didin ku heya dawiyê em ê şopdarên armanc û hêviyên şehîdên xwe bin. Bi hêza em ji şehîdan û Rêbertiya xwe digirin, em ê hemû gelên xwe bigihînin welatekî azad.

Li ser vî esasî di serî de ji bo malbata hevalê me Rêzan, em ji tevahî heval û gelên xwe re sersaxiyê dixwazin. Wê rêya şehîdan rêya me be.”