Eşîr û êlên Dêrazorê: Em li pişt QSDˋê û Rêveberiya Xweser in

Eşîrên li Dêrazorê ragihand ku ew li kêlek QSDˋê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Eşîr û êlên Dêrazorê: Em li pişt QSDˋê û Rêveberiya Xweser in
10 kanûn, 2024   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Eşîrên li Dêrazorê daxuyand ku ew piştgiriyê didin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û li kêlek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in.

Di daxuyaniyê de êla Igêdat, êla Begara, êla Qeys Êlan, êla Benî Xalid, êla Bo Saraya û êla Bo Şaban beşdar bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Em eşîrên Ereb ên ku ji hezaran salan ve li Cizîra Sûriyeyê ne, diyar dikin li kêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSDˋê ne ku zarok, jin, kal û pîrên me ji destên DAIŞˋê û komên hewl da nasnameya eşîrên Ereb ên li Dêrazorê rizgar bikin. Bi saya QSDˋê yên ku bi rihê xwe feda kirin, dîrok û çanda me serbilind e.

Di van rojên dawîn de li ser medyayên dîjîtal hin kesên tevliheviyê derdixin û piştgiriya xwe ji ya darayî ji Tirkiyeyê digirin an jî hin şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞˋê hewl didin aloziyê derxin. Vê yek jî bi navê eşîran dikin. Em diyar dikin ku tu têkiliya van bi zarokên me re tune ye. Ew alîgir û malbatên endamên rêxistina DAIŞˋê ne. Em li pişta QSDˋê û Rêveberiya Xweser in."

(fr)