Komên çete hêzên nû tînin Qerekozakê

Piştî çete li gelek eniyên li Minbicê têk çûn û derbên giran li pira Qerekozakê xwarin, çeteyan alîkarî û sewqiyetên din ji dewleta Tirk a dagirker xwestin.

Komên çete hêzên nû tînin Qerekozakê
10 kanûn, 2024   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji eniyên şer ên li rojavayê Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hişt ku gelek çete tevahî alavên xwe yên leşkerî di deriyê Cerablusê re derbasî Sûriyeyê bibin.

Li gorî nûçegihan, piştî çeteyan derbên giran li pira Qerekozakê xwarin û zêdetirî 100 çete hatin kuştin, alîkarî ji dewleta Tirk a dagirker xwestin.

Nûçegihan nikarî cihên çete lê belav bûne belge bikira.

(fr)

ANHA