Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û Meclisa Jinan a PYD’ê êrişên çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.

Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin
24 kanûn, 2025   13:31
QAMIŞLO

Di 22’yê Kanûnê de çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kiribû. Di encamê de jinek şehîd bû û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hûndurîn û 19 şênî jî birîndar bûn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekeke tund nîşanî êrişan da û piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bi daxuyaniyan êrişên çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Alva Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran sivîl dijîn, êrişên hovane yên bi çekên giran û tankan ji bilî hewldanên komkujî û qirkirinê tu wateyeke din nadin. Ev êriş ne rasthatinek e. Di dema serdana wezîrên dewleta Tirk de pêk hat. Em êrişên hovane û tundraw şermezar dikin.”

Meclisa Jinan a PYD’ê jî daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li Qamişloyê da. Daxuyanî bi erebî û kurdî ji aliyê rêvebera Meclisa Jin a PYD’ê Hayistan Hesen û hevseroka PYD’ê ya Girkê Legê Şehnaz Ebdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek Meclisa Jinan a PYD’ê bi tundî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin û daxwaza hesabkirinê ji kesên sûcdar dikin. Ev êriş binpêkirineke nirx û perensîbên mirovî ne, bi awayekî aşkera li dijî xwestekên hemû sûriyeyan ji bo aştî, aramî û ewlehiyê ne. Her wiha tekez dikin ku tiştê ku diqewime berdewamiya siyasetên tundiyê û dûrxistinê ye.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan û jinan dikin ku ji bo rawestandina binpêkirinan, parastina sivîlan û pêşîgirtina li rijandina xwînê, tedbîrên lezgîn bigirin û zextê bikin.”

(re)

ANHA