Êrişên DAIŞˋê li dijî rêbendên kontrolê zêde bûne

Şaneyên çeteyên DAIŞˋê li Dêrazorê êrişî rêbendeke kontrolê yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Êrişên DAIŞˋê li dijî rêbendên kontrolê zêde bûne
24 kanûn, 2024   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de hat gotin şaneyên çeteyên DAIŞˋê êrişî rêbendeke wan a li gundewarê Dêrazorê kir û erebeyeke wan hedef girt.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êvara duşemê (23ˋê Kanûnê) şaneyên çeteyên DAIŞˋê li gundewarê Dêrazorê êrişî rêbenedeke kontrolê û nuqteyeke li ser çemê kir. Çeteyan li motorsiklêtan siwar bûbûn û bi çekên klaşînkov êriş pêk anîn. Di encamê de di navbera hêzan û çeteyan de pevçûn derket, bi wê re çete bi paş ve kişiyan.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin îro jî çeteyan erebeya beşa Têkoşîna Dijî Narkotîkê hedef girt, di encamê de 2 endamên hêzê birîndar bûn. Li kêlek wê jî çeteyan duh rêbenda kontrolê ya li bajarokê Sebhe yê gundewarê Dêrazorê hedef girtibû.

Di daxuyaniya hêzan de hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember van gefan, parastina ewlehî û îstîqrara herêmê amade ne û bang li welatiyan kir ku hevkar bin û têkildarî her tevgereke gumanbar hêzan agahdar bikin.

(fr)

ANHA