Êrişên dagirkeriyê dewam dikin: 3 kes birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker bi  dronên xwekujî êrişî gundên Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê kirin. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

 Êrişên dagirkeriyê dewam dikin: 3 kes birîndar bûn
9 îlon, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrîn û Şehbayê dewam dikin.

Artêşa dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê ve gundên Malikiyê, Şewarxe û Tinbê yê bajarê Şerayê, gundê Soxanekê, daristan gundê Soxanekê, gundên Aqîbe û Dêr Cimêlê yên bajarê Şêrawayê, gundên Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û derdora bajarê Til Rifetê dikin hedef.

Dagirker bi obîs, hawan, fuze, tank û dronên xwekujî êrişî deverên navborî kirine.

Beriya çend kêliyan dronên xwekujî  li gundê Şêx  Îsa û Bêlûniyê yên Til Rifetê êriş pêk anîn. Di encamê de de 3 welatî birîndar bûn. Der barê birîndaran de agahî nehatin zanîn.

Liv û tevgera dronan li ser herêmê dewam dikin.

ANHA