‘Em ê kêlî bi kêlî li kêleka şervanên xwe bin û piştgiriya wan bikin’

Ciwanên bajarê Şêranê û gundê Taşlûgê diyar kir ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şervanên QSD`ê û YPJ`ê li ber xwe didin û ew ê jî kêlî bi kêlî li kêleka şervanên xwe bin.

‘Em ê kêlî bi kêlî li kêleka şervanên xwe bin û piştgiriya wan bikin’
10 ÇILE, 2025   03:15
KOBANE
SARIYA ŞÊXO

Ciwanên bajarê Şêranê û gundê Taşlûgê yên Firatê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê û berxwedana şervanên di eniya pêş de, nêrînên xwe ji ANHA`ê re parve kirin.

Abdullah El Elî berxwedana got: “Şeevanên QSD û YPJ’ê di çeperên şer de li ber xwe didin, em berxwedana wan silav dikin û piştgiriyê didin şervanên di eniya pêş de.”

El Elî da zanîn ku şervanên QSD’ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin û wiha axaftina xwe domand: “Şervanên QSD`ê li hember van dijminên hov berxwedaneke dîrokî dinivîsin, lê em ê jî her tim piştgiriya şeranên xwe bikin.”

Abdullah anî ziman ku berxwedana şervanên ku îro di eniya pêş de li ber xwe didin, dîrokî ye û wiha pê de çû: “Ruxmî êrişên dagirkeriyê şervanên me li çeperên şer bi hemû hêza xwe li ber xwe didin, em ê jî kêlî bi kêlî li kêleka şervanên xwe bin.”

Seyfedîn Yehya Xelîl yê ji gundê Taşlûgê yê Kobanê jî wiha axivî: “Şervanên me li îro li hember dijminê hov bi hemû hêza xwe li ber didin. Şervanên me ji bo axa xwe û gelê xwe ji dijmin biparêzin, îro di çeperên şer de li ber xwe didin.”

Yehya Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû êrişên xwe êrişên xwe li ser herêmê pêk tîne û got: “Armanca dewleta Tirk a faşîst ji van êrişan, dixwaze gelê herêmê tune bike, tirsê bixe nava gel, lê em ji dijmin re dibêjin em ne ji wan ditirsin ne jî ji êrişên wan. Em êdî bûne xwedî hêz, ji ber ku em hêza xwe ji şervanên xwe digirin. Em ê her tim li pişta YPG, YPJ, QSD`ê bin. Şervanên me hêz û vîna me ne, em bi wan serbilind in û em serkeftinê ji wan re dixwazin.”

ANHA