`Em ê destkeftiyên Rojava biparêzin`

Li bajarê Hannover ê Almanyayê polîtîkayên dorpêça li ser Rojava û feraseta înkar û îmhayê ya li dijî gelê Kurd, bi meşekê hate şermezarkirin.

`Em ê destkeftiyên Rojava biparêzin`
3 sibat, 2026   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên derveyî welat çalakiyên xwe yên ji bo parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Kurd û dostên wan li bajarê Hannover ê Almanyayê û bajarê Krasnodar ê Rûsyayê bi çalakiyên cûda piştgirî dan berxwedana Rojava.

Meşa bajarê Hannover ê Almanyayê li ser banga saziyên Kurdan û derdorên demokratîk hate lidarxistin. Girseya ku li navenda bajêr hate ba hev, li dijî polîtîkayên ku îradeya xelkên Rojava hedef digirin, dest bi meşê kir.

Di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kurdistanê” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Di daxuyaniyên hatin dayîn de, hate gotin ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên li dijî gelê Kurd, bi rengên cuda berdewam dike. Hate diyarkirin ku biryardariya ji bo xwedî derketina li destkeftiyên gelê Kurd wê didome.

Ji aliyekî din jinên Kurd ên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê jiyan dikin di çarçoveya kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’ daxuyaniyeke piştgiriyê dan.

Jinan diyarkirin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê Şoreşa Jinê ye, ji bo wê jî wek jinên Kurd bi her awayî wê li kêleka jinên pêşeng û berxwedêr bin.

Çalakiya jinan bi dirûşmeyên “jin jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.