DYA‘yê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin 15 welatên Rojhilata Navîn

DYA‘yê ji ber zêdebûna rageşiyê bang li welatiyên xwe kir ku neçin 15 welatên Rojhilata Navîn.

DYA‘yê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin 15 welatên Rojhilata Navîn
18 tîrmeh, 2026   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji ber zêdebûna rageşiyê û îhtîmala rûdane pirsgirêkên ji nişka ve yên ewlehiyê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin 15 welatên Rojhilata Navîn.

Wezaretê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Lubnan, Iraq, Suriye, Îran û Yemenê û hin welatên din Rojhilata Navîn. Her wiha xwest ku serdana xwe yên li welatên din wekî Behreyn û Erebistana Siûdî li ber çavan bigirin.

Balyozxaneyên Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku nûçeyên herêmî bişopînin, rewşa seferên hewayî kontrol bikin û ji bo gengazbûna astengiyên rêwîtiyê an jî girtina ji nişka ve ya qada asmanî amade bin.

(bb)