DYA binavkirina Îxwanan wek rêxistineke terorîst nîqaş dike

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio diyar kir ku Washington dixebite ku koma ‘Îxwan El Muslimîn’ wek rêxistineke terorî bi nav bike.

DYA binavkirina Îxwanan wek rêxistineke terorîst nîqaş dike
13 tebax, 2025   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio got welatê wî dixebite ku koma ‘Îxwan El Muslimîn’ wek rêxistineke terorî bi nav bike. Rubio destnîşan kir ku mijar bi girêk e û dê demê bixwe.

Rubio duh di hevpeyvîneke li gel televîzyonekê de got ev gav lêvegerên baldar ji şaxên komê re û belgekirina delîlan dihewîne da ku bê mîsogerkirin ku biryar li hember dijberiyên dozgeriyê xurt e. Rubio anî ziman ku Îxwan li gel Washingtonê gelek fikaran çêdikin.

Bi hemangengiya pêşnûmeqanûna ku senatorê Komarparêz Ted Cruz meha borî pêşkêş kiriye, Washigton vê biryarê nîqaş dike. Di pêşnûmeqanûnê de ji Wezareta Karên Derve erkên berfireh tên dayîn ku şaxên komê wek blokên terorîst bi nav bike.

Li gorî pêşnûmeqanûnê dan û standinên darayî bi komê re qedexe ne û pereyên wê yên li hundirê DYA’yê tên cemidandin.

(fr)