Dosyaya penaberên Sûriyeyê û têkiliyên Misir û Tirkiyeyê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser têkiliyên Misir û Tirkiyeyê û dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Ewropayê.

Dosyaya penaberên Sûriyeyê û têkiliyên Misir û Tirkiyeyê rojevên rojnameyên erebî ne
6 îlon 2024   11:54
NAVNEDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê dosyaya penaberên Sûriyeyê de nûçeyek bi sernavê "Têkildarî penaberan hewldaneke Ewropa-Deryaya Spî bi Sûriyeyê re" weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku pirsgirêka penaberên Sûriyeyê ji bo dewletên Yekitiya Ewropayê, bi taybetî yên li Deryaya Spî, cihê fikarê ye. 

Hate diyarkirin ku bi zêdebûna fikaran re jî nîqaş bi Lubnanê re tê kirin ku sînorên deryayî asê bikin.

Rojnameyê diyar kir ku nîşaneyên rojevkirina dosyaya penaberên Sûriyeyê eleqeya xwe bi Lubnanê re nîn e, lê girêdayî Ewropayê ye û hate gotin: "Eleqeya Ewropayê ya bi dosyaya penaberên Sûriyeyê di çend mehên dawîn de zêde bûye, nemaze ku li çend welatên Ewropayê tevliheviyên ewlehiyê ji aliyê penaberan ve hatin derxistin. Vê jî berteka li dijî penaberan zêde kiriye.”

Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku li welatên Ewropayê bangên li dijî penaberan zêde bûne û bang tê kirin ji bo vegerandina penaberan a li herêmên ewle koordîne bi Sûriyeyê re bê kirin.

Li gorî rojnameyê "Dibe ku rayedarekî ewropî ji Beyrûtê ji bo Şamê bê veguhastin. Eger ev yek çêbe jî dibe xaleke nû di dosyaya penaberên Sûriyeyê de. Sedema vê yekê ew e ku welatên Deryaya Spî ji welatên bakurê Ewropayê zêdetir ji bandorên penaberiyê zehmetiyan dikişînin. Hin welatên bakur û navîn ên Ewropayê êdî bi cidiyet bandorên penaberiyê û têkiliyên bi Sûriyeyê re dinirxînin.”

Li gorî rojnameyê "Eger van welatan têkildarî herêmên ewle têkiliyê bi Sûriyeyê re çêkin, dibe ku valahiyek li Lubnanê çêbe."

‘NE GIRÎNG E EL SÎSÎ JI ERDOGAN RE ÇI GOTIYE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser serdana serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî ya li Tirkiyeyê ku berî 2 rojan pêk hatibû.

Di rojnameyê de hate gotin serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan texmîn dikir ku bi destekkirina Îxwan El Muslimîn dê bikare desthilata Osmanî vegerîne, lê piştî serwext bû ku bi vê yekê xeyalên wî bi cih nayên, berê xwe da Misirê. Di dewama nivîsê de hate gotin: "Erdogan dît ku destwerdana ji Koma Îxwan El Muslimîn ji girêdana bi pê ve çêtir e, nemaze ku ev kom li tevahî cîhana Ereban qedexe ye."

Li gorî rojnameyê, vegera têkilî û bazirganiyên bi rêya Misirê ya bi cîhana Ereban re "rastiya oportunîzma Erdogan" ji holê raneke. Hate gotin, helwesta Erdogan a li hemberî Sûriyeyê ku çawa bi nexşeya wê lîsitiye û nexşeyên herêmê guhertine, nayên jibîrkirin.

Hate gotin: “Divê em ji bîr nekin ku baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li bakurê Iraqê hene. Her wiha baregehên komên girêdayî Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî hene. Em durûtiya nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya ji şerê Hemas û Îsraîlê jî ji bîr nekin. Bi vê wateyê Tirkiye hîna dijminê cîhana Ereban e. Di wê rewşa tevlihev a cîhana Erabî de, divê Tirkiye were tecrîdkirin."