DJV: Divê dewleta Tirk bûyera kuştina rojnamevanan ronî bike

Yekitiya Rojnamevanên Alman (DJV) bang li dewleta Tirk kir ku “bûyera kuştina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan aşkera bike.”

DJV: Divê dewleta Tirk bûyera kuştina rojnamevanan ronî bike
23 kanûn, 2024   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rojnamevanên Alman ku sendîkayeke herî mezin a rojnamevanan a Ewropayê ye, bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku sedema kuştina rojnamevana ajansa me ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnemevan Nazim Daştan eşkere bike.

Serokê DJV’ê Mika Beuster di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got: "Gumaneke tirsnak e ku divê ji aliyê hikumeta Tirk ve bê aşkerakirin." Beuster diyar kir ku divê berpirsyar li dadgehê hesab bidin û ji Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî piştgirî xwest.

Mika Beuster got: “Heke bê tespîtkirin ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber ku rojnamevanî dikir, bûn hedef û hatin kuştin, divê ev yek bandorê li têkiliyên dîplomatîk ên Almanya û Tirkiyeyê bike.”