Li dijî çeteyên Tirkiyeyê hemle hat destpêkirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştî berxwedana 15 rojan, îro li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, hemleya bi navê “Hemleya Şehîd Ezîz Ereb Minbic” da destpêkirin.

Li dijî çeteyên Tirkiyeyê hemle hat destpêkirin
23 kanûn, 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, ji 8’ê Kanûnê (2024) ve êrişî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq dikin. Li hemberî van êrişan şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî berxwedanek dîrokî nîşan dan û derbeyên mezin li dagirkeran dan. 

Piştî berxwedana 15 rojan şervanan îro li dijî çeteyan hemleyek da destpêkirin. 

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê da, li hemberî çeteyan bi navê “Hemleya Şehîd Ezîz Ereb Minbic” hemleyek hat destpêkirin.

Di çarçoveya hemleyê de heta niha gelek derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û çend gund hatine rizgarkirin.

Hemle berdewam dike.

(a)

ANHA