‘Divê êdî qatilên xwînmij bên darizandin`

Li bendava Tişrînê nobedaran anî ziman ku “divê êdî ew qatilên xwînmij werin darizandin”.

‘Divê êdî qatilên xwînmij bên darizandin`
17 adar, 2025   13:16
TIŞRÎN

Nobedarên li bendava Tişrînê li hemberî êrişên dagirkeriyê û komkujiyan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komkujiya li gundê Berxbotanê hate şermezarkirin û hate gotin ku ew ê heta dawiyê berxwedana xwe li hemberî dagirkeriyê bidomînin. 

Daxuyanî ji aliyê endamê Hêzên Parastina Civakê a kantona Firatê Bedîh Dawud ve hat xwendin. Hat gotin: “Em li ser bendavê van êrişan şermezar dikin. Êrişa ku duh li ser wê malbatê hatiye kirin, divê qatilên wê bên darizandin.

Li ser bendava Tişrînê jî ji aliyê dagirkeriyê ve gelek komkujî pêk hatin, lê em wek gel, em xwediyê wê îradeyê ne, em ê li hemberî her cure êrişan li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin.”

(ekîb)

ANHA