Dîmenên êrişên li ser bajarê Siqêlbiyê

Dîmenên êrişên koma çekdar a rûgirtî yên li ser bajarê Siqêlbiyê yê gundewarên Hemayê hatin weşandin.

28 adar, 2026   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê komeke çekdarên rûgirtî ji Keleha Medîq û gundên derdora wê, êriş birin ser bajarê Siqêlbiyê yê gundewarên Hemayê ku piraniya niştecihên wê xiristiyan in.

Koma çekdar bi çekan êrişî sivîlan kir û mal û milkên wan texrîb kirin. Di encama êrişê de hin kes birîndar bûn.

Bikarhênerên medyaya dîjîtal dîmenên êrişê parve kirin.

(bb)