Di êrişên li ser Lubnanê de 5 sûriyeyî hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya berbanga îro ya li ser bajarokê Hiniyê yê li başûrê Lubnanê de 5 sûriyeyî hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser Lubnanê de 5 sûriyeyî hatin kuştin
28 adar, 2026   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku endamên Parastina Sivîlan li bajarokê Hiniyê yê başûrê Lubnanê cenazeyên 5 sûriyeyiyan rakirin û 8 birîndar veguhastin nexweşxaneyên navçeya Siwerê.

Heman ajansê diyar kir ku bûyer di encama êrişeke Îsraîlê de çêbûye.

(bb)