Dîmenê çalakiyên hewayî hatin weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyên hewayî ku gerîlayan di navbera 6 û 16’ê Kanûnê de li dijî dagirkeran lidarxistibûn weşand.

Dîmenê çalakiyên hewayî hatin weşandin
19 kanûn, 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîla TV dîmenê çalakiyên hewayî ya di navbera 6 û 16’ê kanûnê de ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve hatin lidarxistin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hewayî ev agahî dabû:

6'ê Kanûnê saet di 14:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran xist û çeperek hate îmhakirin.

9'ê Kanûnê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran hate xistin, çeperek hate îmhakirin.

7'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrê hewayî li dagirkeran hate xistin û çeperek hate îmhakirin.

10’ê Kanûnê di saet 11.09’an de bi amûrên hewayî li konteynireke ayîdê dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Konteynir û kel û pelên têde, şewitîn û îmha bûn.

14'ê Kanûnê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran xist. Di encamê de çeperek hate îmhakirin.

15'ê Kanûnê saet di 15:03'an de li Qada berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran hate xistin, derb li tankekê hate xistin.

16'ê Kanûnê saet di 12:00 û 14:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran hate xistin. 2 çeper hatin îmhakirin."