Di şerê li Faşirê de 226 kes mirin

Hate ragihandin ku di şerê li bajarê Faşir ê Sûdanê de 226 kes mirine.

Di şerê li Faşirê de 226 kes mirin
14 hezîran, 2024   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 10’ê Gulanê ve li bajarê Faşir ê Sûdanê de şerekî dijwar di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de rû dide.

Rêxistina Bijîşkên Bêsînor der barê bîlançoya şerê li Faşir de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama şerê li Faşir de 226 mirov mirine.

Li gorî rêxistinê, di navbera 10 û 11'ê Gulanê de hezar û 418 birîndar ji bo nexweşxaneya başûr û nexweşxaneya Siûdî hatin veguhestin û diyar kir ku ji wan birîndaran 226 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Bijîşkên Bêsînor ragihand ku, Nexweşxaneya Siûdî ya li Faşirê tenê dixebite û 2 nexweşxaneyên din ji ber êrişan hatin girtin. Her wiha hate gotin, ji ber şerê li vî bajarî 800 hezar mirov di dorpêçê de ne.

Roja pêncşemê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê bang li Hêzên Piştevaniya Lezgîn kir ku dorpêçê bi dawî bike û jiyana bi sedhezaran sivîl biparêzin.

El Faşir naveneda sereke ya alîkariyan e ku nêzî 48 mîlyon niştecihên Sûdanê lê dimînin.

Rêxistinê diyar kir ku piranî ji Faşirê bi deh hezaran kes ji ber şer koçber bûne û nêzî 300 hezar kes li kampa Zemzem di mercên mirovî yên zehmet û kêmbûna xwarinê de dimînin.

Li gorî raporan, di encama şerê li Sûdanê de bi dehhezaran kes hatin kuştin, ji wan nêzî 15 hezar li Cinênê ya wîlayeta rojavayê Darfûr e. Zêdetirî 10 mîlyon kes koçber bûn û nêzî 2 mîlyon û nîv kes jî penaberî welatên derdorê bûn.

(mh)