Di çalakiya ‘Deng Bide Azadiyê’de berxwedana zindanan hat silavkirin

Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li Wanê hate lidarxistin de tecrîd hat protestokirin û berxwedana zindanan hat silavkirin.

Di çalakiya ‘Deng Bide Azadiyê’de berxwedana zindanan hat silavkirin
14 hezîran 2024   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên girtiyan, ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 39 meh in agahî jê nayên wergirtin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê û malbatên girtiyan li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku pankartên “Deng bide zindanan” û “Tecrîdê bi dawî bike” hate hilgirtin de rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Yakûp Almaç axivî. Almaç, diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan belavî hemû girtîgehan bûye û bang kir ku divê demildest dawî li vê polîtîkayê bê anîn.

Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar jî axivî, qala xespa vînê ya li Colemêrgê kir û da zanîn ku dewlet înkarkirina gelê Kurd bi tayînkirina qeyûman didomîne.

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî pişt re bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû