Di rojekê de 10 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 10 kes hatine kuştin.

Di rojekê de 10 kes hatin kuştin
7 tîrmeh, 2025   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji ber nakokî, sûc û teqînan 10 kes hatine kuştin.

Sli gorî OHR’ê, li Helebê ciwanek ku ji mala wî hatibû revandin, piştî du rojan kuştî hat dîtin û li ser rêya Xûta Şerqî ciwanek di encama teqandina bi şaştî ya guleyekê jiyana xwe ji dest da.

Heman navendê aşkera kir ku endamekê hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz cotkarek qetil kir û li gundewarê Humsê jî ciwanek ku berî du rojan winda bibû, cenazeyê wî hate dîtin.

Hate diyarkirin ku li bajarê Bukemal ê Dêrazorê endamekî hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz dema çekek giran paqij dikir, çek pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê Derayê jî ciwanek di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

Navenda çavdêriyê aşkera kir ku li bajarokê Tefes ê Derayê di şerekî çekdarî de zarokek û du mêr hatin kuştin û li gundewarê Hemayê jî kesek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

(bb)