Di roja duyemîn de şêniyên Holê rê girtin û daxwaza başkirina xizmetguzariyan kir

Şêniyên gundewarên Holê li dijî krîza avê, bilindbûna buhayên sotemeniyê û xirabûna şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyên bingehîn nerazîbûn nîşan da û rêya ku ji hêla tankerên petrolê ve tê bikaranîn girt.

Di roja duyemîn de şêniyên Holê rê girtin û daxwaza başkirina xizmetguzariyan kir
9 hezîran, 2026   13:20
HESEKÊ

Di roja duyemîn de şêniyên gundewarên Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê, rêya sereke ya ku ji hêla tankerên petrolê ve tê bikaranîn, girt. Şêniyan li dijî xirabûna şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyên li herêmê nerazîbûn nîşan dan.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku bi dehan şêniyên ji bajarok û gundên Holê li ser rêya ku ji hêla tankerên petrolê ve tê bikaranîn kom bûn û rê li ber derbasbûna wan girt.

Xwepêşandêran li dijî krîza avê ya berdewam, bilindbûna buhayên sotemeniyê û kêmbûna xizmetguzariyên tenduristî û jiyanê nerazîbûn nîşan dan. Xwepêşandêran daxwaz kir ku rayedarên pêwendîdar tavilê bersiva daxwazên wan bidin.

Xwepêşandêran diyar kir ku ger tedbîrên pratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî xizmetê û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên xelkê, bi taybetî av û sotemeniyê neyên girtin, xwepêşandan dê dewam bikin.

(k)