Di rageşiyeke malbatî de bombeyeke hate avêtin: 3 birîndar

Di rageşiyeke malbatî ya li bajarokê Esal El Werd ê Şamê de, kesekî bombeyek avêt û di encama teqîna bombeyê de 3 kes birîndar bûn.

Di rageşiyeke malbatî de bombeyeke hate avêtin: 3 birîndar
2 mijdar, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rageşiyeke navbera kesekî û malbata Al Melok a li sûka sereke ya bajarokê Esal El Werd ê herêma Yebrod a Şamê de, wî kesî bombeyek avêt û di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Nebkê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 24′ê Cotmehê de kesekî 15 salî bi çekê bavê xwe kuştibû. Ew yek bi provokekirina pismamên wî bû ku bi bavê wî re ji ber doza mîrasa malbatî bi nakok bûn. Ew bûyer li gundê Cib Xebşe yê li çiyayê Semanê yê Helebê çêbûbû.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de alozî û tevliheviya ewlehiyê, belavbûna çekan, rewşên revandin û siûqastkirin heye.

(fr)