Di pevçûnên li Ceremana de kuştî û birîndar hene

Li bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê di navbera endamên hêzên Ewlekariya Giştî yên desthilata Şamê û komeke çekdar de pevçûn derket. Di encamê de endamekî hêzan hat kuştin û 4 din birîndar bûn. Ev tevlihevî ji demekê ve li bajêr derkeriye û nîşana têkçûna rewşa ewlehî ya bajêr dide.

Di pevçûnên li Ceremana de kuştî û birîndar hene
23 gulan, 2025   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê di navbera hêzên Ewlekariya Giştî yên desthilata Şamê û komeke çekdar tê gumankirin ku qaçaxtiya hişbirê dikir de, pevçûn derketin. Di encamê de endamekî hêzên Ewlekariya Giştî hat kuştin û 4 din birîndar bûn.

Dewriyeyeke Ewlekariya Giştî bi tawana bazirganiya hişbirê bi ser mala kesekî gumanbar de girt, lê di navbera wan de pevçûn derket û ew kesê gumanbar hat kuştin. Piştî çend saetan çekdarên ku tê gumankirin ew hevalên kesê kuştî ne, êrişî navenda Ewlekariya Giştî kir û careke din pevçûn di navbera wan de derketin.

(mh)