Der barê yekrêziya kurdî de ENKS`ê civîn û panel li dar xist

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarên Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê û Amûdê civîn û panel li dar xist, di çalakiyan de geşedanên siyasî li Sûriyeyê û pirsa yekrêziya kurdî hate gotûbêjkirin.

23 gulan, 2025   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîn û panelên ku li Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê û Amûdê hatin lidarxistin, gelek kesayetiyên siyasî, çalakvanên civaka sivîl, û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka xwecihî beşdar bûn.

QAMIŞLO: BANGA PARASTINA ENCAMÊN KONFERANSA YEKRÊZIYÊ

Di paneleke  ku li hola Efrînê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, Serokê Buroya Siyasî ya ENKS`ê Mihemed Îsmaîl simînerke pêşkêş kir û tê de geşdanên dawî yên girêdayî doza Kurdî nirxandin.

Îsmaîl got ku Danezana Destûrî ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve bi awayê wê yê niha hatiye pêşniyarkirin "ji hêla gel ve nayê pejirandin", û tekez kir ku Sûriyeeyê nikare aramiyê pêk bîne bêyî lihevhatineke niştimanî ya rasteqîn û serdemeke nû ya hevbeşiya siyasî ava dike.

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku Konferansa Yekirêziya Kurdî, ku di 26ê Nîsana 2025an de hat lidarxistin, qonaxeke girîng bû, û ew "bersiva bangewaziyeke niştimanî ya berfereh ya bi armanca yekkirina mafên kurdan di çarçoveya destûra Sûriyê de bû. "

HESEKÊ: ROLA RÊBER ABDULLAH OCALAN BO YEKRÊZIYA KURDÎ

Li Hesekê jî ENKS`ê li Kafeterya Bengo ya bajarê Hesekê têkildarî Yekrêziya Kurdî û geşedanên siyasî ên li cîhanê û herêmê semînerek da.

Piştî deqeyek rêzgirtin semîner ji aliyê endamê Desteya Serokatiyê  ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Nimet Dawûd ve hat birêvebirin.

Named Dawûd di axaftina xwe de bal kişand ser yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî û diyar kir ku Ev qonaxa ku ew tê de ne berhema 70 salî ya têkoşîna gelê Kurd e.

Dawûd diyar kir ku ti maleke Kurd nîne ku keda wan di hatina vê qonaxê de nîn be ye û got: “Keda rewşenbîr, nivîskar û bi hezaran ciwanan di vê têkoşîn û destkeftiyan de heye.”

Dawûd her wiha bal kişand ser geşedanên siyasî ên li cîhanê û herêmê û diyar kir ku piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a dîrokî kurd ketine pêvajoyeke nû û got: “Banga Abdulla Ocalan dîrokî bû. Wê bangê bandoreke erênî li ser me jî kir ku mecalê xebatên yekrêziyê jî xurt kir. Di 26'ê mehê de bi pêşketina Konferansa Yekrêzîya Kurdî re hemû nakokiyên heyî ji holê rabûn û encamnameya konferansê bû nêrîna tevahiya gelê Kurd. Konferansê ne tenê bandor li rojavayê Kurdistanê kir, li tevahiya parçeyên Kurdistanê û cîhanê bandoreke girîng çêkir.”

Nimet Dawûd di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca wan Sûriyeyeke demokratîk e. Hre wiha diyar kir ku  divê Kurd bibin şirîkê birêvebirina siyasî ya Sûriyeyê. Ji ber ku Kurd avakarê Yekîtiya Sûryeyê ne.

GIRKÊ LEGÊ: BANGA JI BO SÛRIYEKE NENAVENDÎ

Di panela ku li ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya li Girkê Legê hate lidarxistin, endamê Desteya Serokatiya ENKS`ê Silêman Oso tekez kir ku her çareseriyek li Sûriyeyê divê li ser bingeha demokrasî û nenavendîbûnê be.

Oso her wia got, "Di dîrokê de ji bo doza Kurd qurbaniyên mezin hatine dayin û dem hatiye ku gelê Kurd beşdarî avakirina soberoja Sûriyeyê bibe. "

Wî herwiha tekez kir ku divê kurdên hatine koçberkirin vegerin herêmên xwe yên dagirkirî yên weke Efrîn û Serêkaniyê û da zanîn ku yekîtiya Kurdan "bingeha aramiyê ye û divê were parastin û pêşxistin. "

AMÛDÊ: BANGA BEŞDARBÛNA KURDAN DI BIRYARÊN SIYASÎ DE

Li bajarê Amûdê, ENKS`ê civîneke giştî ji li dar xist.

Endama Desteya Serokatiya ENKS`ê Fesla Yûsif di civînê de axifî û tekez kir ku "Gelê Kurd yek ji pêkhateyên bingehîn ên Sûriyeya nû ye. "

Fesla Yûsif diyar kir ku desthilata Şamê dûrxistina kurdan ji proseya siyasî berdewam dike û hişyarî da li ser hewildanên xwespartina hêzên derve, bi taybet hikûmeta Tirkiyê.

Di axaftinên xwe  Fesla Yûsif rola Rêber Abdullah Ocalan a di pêkanîna lihevkirina siyasî ya Kurd de nirxand û got, "Rêber Ocalan di amadekariyên vê konferansê de roleke sereke lîst. Banga wî ya dîrokî gaveke pîroz bû ku deriyên diyalogê vekir û bû sedem ku atmosfera baweriyê di navbera aliyan de ava bibe. "

DIVÊ YEKRÊZIYA KURDAN STRATEJÎK BE NE DEMKÎ

Di çalakiyan de beşdaran diyar kir ku bidstxistina mafên neteweyî yên Kurdan li Sûriyeyê merceke bingehîn e ji bo her çareseriyeke siyasî ya mayînde. Her wiha diyar kirin ku ku yekrêziya kurdan ne mijarek demkî be, lê belê divê stratejiyek berdewam be. Herwiha beşdaran tekez kir ku divê encamên konferansa 26ê Nîsanê werin parastin.

(k)

ANHA