Li Helebê rewşenbîr û siyasetmedaran sistema nenavendî gotûbêj kir

Li Helebê der barê sîstema nenavendî de semînerek hate lidarxistin. Beşdaran tekez kir ku pêkanîna nenavendîbûnê dibe sedem ku şaşiyên sistema navendî neyên dubarekirin.

2 hezîran, 2025   15:26
HELEB

Malbenda Rewşenbîriyê ya Helebê li salona civînan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, semînerek der barê sistema nenavendî de li dar xist. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û meclisên gel li çalakiyê amade bû.

Semîner ji aliyê hevserokê malbendê Ehmed Bîrhat ve hat pêşkêşkirin. Bîrhat diyar kir ku têgeha nenavendîbûnê ne tenê vebijêrkeke îdarî ye, lê belê nêrîneke siyasî ye, armanca wê ji nû ve dabeşkirina desthilatê, çavkanî û berpirsiyariyan di navbera navend û derdorê de ye. Ev yek derfetê dide her kesî beşdarî çêkirin û pêkanîna biryarên hikumetê bibe, her wiha dihêle ku saziyên hikumetê baştir bixebitin."

Bîrhat her wiha got: "Nenavendîbûn ne berevajiyê dewletê ye, lê hewldanek e ji bo bidestxistina hevsengiyeke dadmend di navbera desthilatdariya navendê û pêkhateyên civaka xwecih de."

Bîrhat got: "Pêkanîna nenavendîbûnê li Sûriyeyê dê dibe eger ku şaşiyn sistema navendî yên dubarekirin. Her wiha dê hikûmet baştir karibe aloziyan çareser bike û yekîtiya welat jî biparêze. "

Paşê başdaran bîr û nêrînên xwe der barê mijarê de vegotin.

Rêvebira Meclisa Jinên Sûriyeyê Leyla Xalid diyar kir ku heya ku sîstema nenavendî neyê pêkanîn, dê metirsî li ser pêkhateya cihêreng a Sûriyê hebe. Leyla bal kişand ser binpêkirinên giran ên ku li dijî pêkhateyan li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de pêk tên û diyar kir ku ev binpêkirin mîna yên rejîma Baasê ya berê ne.

Endamê Tevgera Sûriyeya Nû Îsam Ezûz jî bal kişand ser girîngiya pêşxistina çanda diyalogê di navbera sûriyeyiyan de, da ku bikarin bigihêjin şêwazekê ku hemû pêkhate mafên xwe bistînin.

(k)