Di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de diyaloga rasterat pêk tê

Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi aşkera kir ku di navbera Îsraîl û hikumeta derbasbûnê ya Sûriyeyê de diyaloga rasterat û rojane tê kirin.

Di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de diyaloga rasterat pêk tê
25 hezîran, 2025   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îsrael Hayom ragihand ku Tzachi Hanegbi yê serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê, di rûniştineke girtî ya Komîteya Kar û Barên Derve û Parastinê ya Knessetê (meclis) de aşkera kir ku di navbera Îsraîl û hikumeta derbasbûnê ya Sûriyeyê de diyaloga rasterast pêk tê.

Hanegbi got ew bi xwe li ser navê hikumeta Îsraîlê vê diyalogê bi kesayetên siyasî yên Sûriyeyê re pêk tîne.

Hanegbi tekez kir ku Sûriye û Lubnan dibe ku ji bo normalîzekirina bi Îsraîlê re tev li Peymana Îbrahîmî bibin.

Her wiha destnîşan kir ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de diyalogeke rojane heye û aşkera kir ku di van diyalogan de mijarên hevpar ên wekî pirsgirêka Îranê jî têne gotûbêjkirin.

Têkildar vekişîna ji herêma tampon a li Golanê jî Hanegbi got: "Ger normalîzekirin çêbe, em ê wê mijarê binirxînin.”

(k)