Di meha Adarê de li Heleb û Efrînê 13 sivîl hatin kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê aşkera kir ku binpêkirinên komên çekdar ên hikumeta demkî û çeteyên Tirkiyeyê, di Adarê de jî li herêmên Efrîn û Helebê berdewam kiriye.

Di meha Adarê de li Heleb û Efrînê 13 sivîl hatin kuştin
1 nîsan, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê binpêkirin û sûcên ku ji hêla komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên Tirkiyeyê ve di Adara 2026`an de li Heleb û herêma Efrînê hatine kirin, aşkera kirin.

Rêxistinê diyar kir ku di meha Adarê de li Efrîn û Helebê 13 sivîl hatine kuştin.

70 KES HATIN REVANDIN

Her wiha zêdetirî 70 bûyerên revandin û girtina kesan pêk hatine ku piraniya wan bi pîrozbahiyên Newrozê ve girêdayî ne, her wiha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî 4 ciwan hatin girtin.

DIZÎ Û TALAN DEWAM DIKIN

Rêxistinê her wiha bal kişand ser dizî û talana çekdarî ya berdewam a li Efrînê ji hêla çekdarên nenas ve. Rêxistinê diyar kir ku dema ku şênî bi pîrozkirina Newrozê mijûl dibûn, diz ketin malên wan û kel û pelên wan dizîn. Her wiha li bajarê Cindirêsê 18 serî pez, zêr û pere hatine dizîn. Li navçeya Şiyê jî çekdaran êrişî ajokarekî, mêrekî û hevjîna wî kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bang li hikumeta demkî û rêveberiya herêma Efrînê kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin, şêniyên vegeriyayî biparêzin, milkên wan li wan vegerînin û dawî li binpêkirinên li dijî şêniyên resen bînin.

(k)