‘Radyo Rojava dengê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye’

Radya Rojava şahidî ji hemû pêvajoyên şoreşa Rojava re kir û bû dengê gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê.

‘Radyo Rojava dengê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye’
‘Radyo Rojava dengê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye’
‘Radyo Rojava dengê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye’
‘Radyo Rojava dengê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye’
‘Radyo Rojava dengê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye’
1 nîsan, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan bi boneya salvegera Radyoya Rojava (1`ê Nîsanê) ji ajansa me re axivîn. 

Rojnamevan Bager Mordem di destpêka axaftina xwe de şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û got: “Bi navê hevrê Heqî, Xerîb û Rêwan ez hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Ez soza xwe ya şopandina rêça wan nû dikin. Radya Rojava şahidî ji hemû pêvajoyên şoreşa Rojava re kir. Ji sala 2013-2017`an radyo ji navenda Qereçoxê heyanî Başûr, Bakurê Kurdistanê û çiyayên azad weşana xwe dikir. Di destpêka avakirina radyoyê de hedefa wan ew bû ku ne di çarçoveyeke teng de weşanê bikin û li ser asta tevahiya Kurdistanê weşana xwe bikin. Ji ber vê yekê sala 2017`an hedef hate girtin û bombebaran kirin. Radyoyê di şert û mercên zehmet de weşana xwe dikir û hemû pêşveçûnên şoreşê dişopandin. Bi taybet şehîd Xerîb, Canşêr, Heqî û Rêwan xwedî kedeke mezin bûn.”

Mordem wiha dawî li gotinên xwe anî: "Radyo Rojava di hemû şert û mercan de weşana xwe berdewam kir û keda şehîdên xwe parast.”

Rojnamevan Diljîn Elî salvegera 13`emîn a Radyoya Rojava pîroz kir û wiha got: “Radyo Rojava dibe ku di şert û mercên zehmet re derbas bû lê belê gihaşte gelek destkeftiyan. Dengê gel gihand tevahiya herêmê. Dibe ku êriş li ser radyoyê çêbûn lê xebatên radyoyê zeîf nebûn. Xebatên xwe li ser dijîtalê berdewam kirin, bernameyên xwe berdewam kirin û ji bo hemû pirsgirêkên civakî û bi taybet pirsgirêka jinan, têkoşîn kir.”

Ji bo xebatên jinan ên li radyoyê Diljînê wiha got: “Li radyoyê jinan berpirsyariyeke mezin girtiye. Rojnamevanên jin û bi taybet şehîd Şîlan û Dilovan di hemû şert û mercan de xebitîn û berxwedana şervanan belge kir.”

Rojnamevan Diljîn Elî di dawiya axaftina xwe de got: “Em salvegera 13`emîn a Radyoya Rojava pîroz dikin. Şehîdên di rêça heqîqetê de şehîd bûn, bi bîr tînin. Soz didin gelê Kurd ku xebatên xwe bidomînin û dengê wan bigihînin tevahiya cîhanê.”