Di medyaya dîjîtal de hêrsa li hemberî tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef  

Li dijî biryara desthilata Şamê ya tayînkirina qatilê şehîd Hevrîn Xelef wek fermandarê komeke leşkerî bertek hatin nîşandan û daxwaza pêkanîna edaletê û hesabpirsînê ji qatilên jinan hat xwestin. 

Di medyaya dîjîtal de hêrsa li hemberî tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef  
6 gulan, 2025   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Desthilata Şamê çete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra) ku navê wî di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye, ji bo fermandariya Firqeya 86’an tayîn kir. Ebû Şeqra ku serçeteyê koma Ehrar El Şerqiye ye, di 2019’an sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd xist.  

Tayînkirina çete Ebû Şeqra di medyaya dîjîtla de hat şermezarkirin. 

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed di postekê de ku li ser X’ê weşandiye, tayînkirina çete Ebû Şeqra wek fermandarê Firqeya 86’an şermezar kir û wekî "Filitandina ji cezayan û zêdekirina tundiya li ser jinan" nirxand. Her wiha got dê têkoşîna ji bo pêkanîna edaletê bidomînin. 

Rojnamevan Ronak Şêxê biryara tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê Firqeya 86’an bi "Provokasyoneke xeternak bi taybetî têkildarî herêmên Kurdan" nirxand û got tayînkirina sûcdarekî şer di cihê rêveberiyê de bi tu awayî nayê qebûlkirin. 

Çalakvan Necah Ehmed jî wiha nivîsî: "Destê Hatim Ebû Şeqra di xwîna şehîd Hevrîn Xelef de ye. Lazim e ji ber sûcên şer ku pêk anîne were darizandin... lê hat xelatkirin.. ev tiştek sûprîz nin e, ji ber ku yên ku ev pile dane wî ji heman dibistanî, heman fikrî û heman terorî ne…" 

Seroka Sekreteriya Giştî ya Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza wiha nivîsî: "Zehmet e mirov bawer bike ku fermandarê milîsên ku di lîsteya cezayên Amerîkayê de û bi awayekî hovane siyasetmendareke Kurd qetil kiriye, niha bibe fermandarekî parçeyekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi vî rêbazî dê bawerî çawa were avakirin." 

Rojnamevan Lindsay Snell bi gotina "Biryareke din a gelekî baş!" qerfê xwe li biryarê kir. 

(bb)