Di êrişên li dijî Lubnanê de gelek karmend û nexweş birîndar bûn û hatin kuştin

Li Lubnanê ji destpêka êrişên Îsraîlê ve 226 karmendên qada tenduristiyê û nexweş hatine kuştin û 199 jî birîndar bûne.

Di êrişên li dijî Lubnanê de gelek karmend û nexweş birîndar bûn û hatin kuştin
22 mijdar, 2024   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina WHO'yê da zanîn ku ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê ve, 226 karmendên qada tenduristiyê û nexweş hatine kuştin û 199 jî birîndar bûne.

Li gorî rapora WHO'yê ji bingeha 153 nexweşxaneyan 15 rawestiyane.

Rêxistinê destnîşan kir ku çiqas êrişên li dijî qada tenduristiyê giran bin, ewqasî jî gengaziya derbaskirina krîzê bi hêsanî, kêmtir dibe.

Di encama êrişên Îsraîlê de bi sed hezaran şêniyên gund û bajarokên li ser sînorê Îsraîlê koçber bûn û zirarekî mezin gihîşt binesaziya Lubnanê.

(mh)