Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de kuştî û birîndar

Êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê didomin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê û medyaya wê, ji roja sêşemê ve zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de kuştî û birîndar
3 hezîran, 2026   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja sêşemê di êrişên dijwar ên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê de, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşan de zarokek jî di nav de 5 kes mirin û 48 kes birîndar bûn.

Wezaretê diyar kir ku di nava birîndaran de bijîjkek û 5 xebatkarên tenduristiyê yên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Tebnin wezîfe dimeşînin hene û ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê nexweşxaneyê zirar dît.

Li gorî medyaya Lubnanê, ji sihara çarşemê ve li başûr li ser hev êrişên Îsraîlê çêdibin û ji ber van êrîşan her ji niha ve herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Arabsalim a li herêma Nebatiye, wezîfedarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber êrişên li herêma Houch, 4 karkerên çandiniyê yên Sûriyeyî û 2 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa li ser rêya Siddikin-Kana de jî cenazeyên 2 Sûriyeyiyan hate dîtin.

Balafirên bêmirov û balafirên şer ên Îsraîlê di tevahiya rojê de li Sur, Nebatiye û derdora wê gelek cihên niştecihiyê hedef girtin. Li Bazuriye, Kana, Arzun, Deyr Zahrani û Tebninê êrîş pêk