Di êrîşên DAIŞ de 17 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê li herêma Resim El Kom ê ya çolistana Sûriyeyê êriş hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de 17 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Di êrîşên DAIŞ de 17 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
3 gulan, 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê li herêma Resim El Kom ê rojhilatê çolistana Sûriyeyê êrişê hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de 17 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê êriş nuqteyeke leşkerî ya Firqeya 17`an a hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Reqayê ya bin serweriya hikumeta Şame de kiribû û di encamê de leşkerek hatibû kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) bi vê daneyê re ji destpêka 2024`an 365 kes li çolistana Dêrazor, Hims, Hema û Reqayê ya bin serweriya Hikumeta Şame de hatine kuştin. Di nav de leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê hene.

(şx)