Di êrişa şaneyên DAIŞˊê de 2 şervan şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ragihand ku di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞˊê de 2 şervanên wan li Dêrazorê şehîd bûn.

Di êrişa şaneyên DAIŞˊê de 2 şervan şehîd bûn
13 tîrmeh, 2024   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê têkildarî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞˊê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Di êrişa tirsonak a yek ji şaneyên DAIŞˊê yên terorîst li bajarokê Curzî yê Dêrazorê de şervanên me ji rojhilatê gundewarê Dêrazorê ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ne şehîd bûn. Navên wan Emced Şedadê (Îmad Bedir Meter) û Ubêd (Zuhêr Ferec El Ubêd) in.

Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe dixwazin. Em diyar dikin ku şehîd israra me ya tolhildanê li dijî kujerên kirêkar û têkoşîna li dijî rêxistina terorîst heta têkbirina wan zêde dike.

Agahiyên li ser nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

Nav tevgerî: Emced Şedad

Nav û paşnav: Îmad Meter

Navê dayikê: Coze

Navê bav: Bedir

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-2002.

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Curzî-13ˊê Tîrmeha 2024ˊan.

Navê tevgerî: Ubêd

Nav û paşnav: Zuhêr El Ubêd

Navê dayik: Coze

Navê bavê: Ferec

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-Şedadê-2002.

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Curzî-13ˊê Tîrmeha 2024ˊan."

(fr)