Di êrişa li Ukraynayê de zarokek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

Di êrişeke li ser bajarê Çernîhîvê yê bakurê Ukraynayê de zarokek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Di êrişa li Ukraynayê de zarokek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn
19 nîsan, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rêveberiya herêmî Dmytro Pryynskyi der barê êrişê de agahî li ser Telegramê parve kir û ragihand di êrîşeke li ser bajarê Çernîhîvê yê  bakurê Ukraynayê de zarokekî 16 salî hat kuştin û 3 jin û mêrek birîndar bûn. Her wiha zerar li 7 malan û avahiyên hikumetê bûne.

Rayedarên herêmî ragihandin ku tesîsên enerjiyê yên li Chernihivê di rojên dawî de hatin hedefkirin, di encamê de ceyran li ser bi hezaran kesî qut bûye.

Di êrişên şeva pêncşemê de jî li gelek deveran, di nav de Kîyiv û Odesa, 19 kes hatibûn kuştin.

(bb)