Li sînorê Sûriye-Iraqê êrişa hewayî: Kesek hate kuştin

Li bajarokê Eşair ê Bokmelê êrişeke hewayî pêk hat, di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li sînorê Sûriye-Iraqê êrişa hewayî: Kesek hate kuştin
22 hezîran, 2024   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Eşair ê Bokemalê yê li ser sînorê Sûriye-Iraqê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, bi şev êrişek pêk hat. Li gorî çavdêr û çalakvanan, îhtîmal heye ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişên hewayî li dijî hêzên alîgirên Îranê pêk anîbe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku di encama êrişê de endameke Muqaweme Îslamiyê ya Iraqê ku welatiyê iraqî ye, hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

 (fr)