Di êrişa li ser Bendava Tişrînê de birîndar hene

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser Bendava Tişrînê de birîndar hene.

Di êrişa li ser Bendava Tişrînê de birîndar hene
16 ÇILE, 2025   15:42
BENDAVA TIŞRÎN

Artêşa Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê êrişî nobedaran kir. Ev cara duyemîn e ku şêniyên li bendavê tên hedefkirin. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.

Artêşa dagirker duh jî li Bendava Tişrînê êrişî gel kir. Di encamê de 3 kes şehîd bûn û gelek kes birîndar bûn.

(bb)

ANHA