Di topbarana artêşa Tirk a li gundê Sergelê de şewat derket

Dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelê yê li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir û di encamê de şewatek mezin derket. Welatiyên herêmê jî bang li aliyên ku li hewara wan biçin.

Di topbarana artêşa Tirk a li gundê Sergelê de şewat derket
4 tîrmeh 2024   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê artêşa Tirk a dagirker gundê Sergelê yê li sînorê bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir û di encama êrişê de şewatek mezin derket.

Her wiha gorî heman agahiyan agir ewqas mezin û berfireh bûye ku nêzîkî malên gundiyan bûye û ev jî metirsî xistiye li ser jiyana welatiyan.

Welatiyên herêmê bang li aliyên peywendîdar kirin ku li hewara wan biçin.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker hêzek mezin a leşkerî derbazî sînorê parêzgeha Dihokê kiriye û zextê li gundiyên li sînor dikin ku malên xwe vale bikin. Herman demê de rojane sînor bombebaran û topbaran dike ku di encamê de zerer û ziyanên mezin ên madî û canî çêdibin.