Di encama teqîna mayînekê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Li gundewarên Hemayê di encama teqîna mayînekê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Di encama teqîna mayînekê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn
28 tîrmeh, 2026   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku li gundê Diwêr Ekrad ê Hemayê ji ber teqîna mayînekê sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûn.

Hate zanîn ku şêniyan birîndar rakirin nexweşxaneya herêmê.

Li gorî SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve  226 kes di encama teqîna mayînan de jiyana xwe ji dest dane û 334 kes jî birîndar bûne.

(b)