Di 24 saetên dawîn de 8 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 8 kes hatin kuştin. Termên 17 sivîlan jî di goreke komî de hatin dîtin.

Di 24 saetên dawîn de 8 kes hatin kuştin
28 nîsan, 2025   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li seranserê Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de herî kêm 8 kes hatin kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku li taxa El Hesîniyat a Hemayê 2 endamên berê yên hêzên rejîma Baasê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku li gundewarên Deraayê li ser rêya Sehwa-Umm Weled ciwanek li hêla çekdaran ve hat kuştin. Li taxa Cemîla ya Helebê jî endamekî berê yê milîsên Hizbullahê hat kuştin.

Li gundê Beyt Sabêra yê li bakurê Laziqiyê jî ciwanek li ber deriyê mala xwe ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Li gundê El Mesîda yê Til Kelexê yê bajarê Humisê jî ciwanek ji aliyê hêzên ewlekariya Şamê ve hat kuştin û cenazeyê wî kaş kirin û avêtin nêzî Pira Naara.

Li taxa Furn El Nazihîn a Humsê, jinek û ciwanek dema li ber mala xwe rûniştibûn hatin kuştin.

Li nêzîkî gundê El Muxtariyê yê Humsê jî goreke komî hat dîtin. Di gorê de termên 17 sivîlan hatin dîtin ku di dema desthilata rejîma Baasê de bi kêran ji aliyê çekdarên Dîfa El Wetenî ve hatine serjêkirin.

(k)