Dewreyeke perwerdeyê ya melayan hat vekirin

Li Hesekê bi beşdariya nêzî 90 mela û xetîbên mizgeftan, dewreyeke perwerdeyê hat vekirin.

Dewreyeke perwerdeyê ya melayan hat vekirin
Dewreyeke perwerdeyê ya melayan hat vekirin
Dewreyeke perwerdeyê ya melayan hat vekirin
Dewreyeke perwerdeyê ya melayan hat vekirin
Dewreyeke perwerdeyê ya melayan hat vekirin
10 mijdar, 2025   15:10
HESEKÊ

Kongreya Îslama Demokatîk dewreyeke perwerdeyê bi beşdariya nêzî 90 melayên mizgeftên bajarê Hesekê da destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê ku dê 9 rojan dewam bike, li mizgefta Miseb Bin Umeyîr a li bajarê Hesekê hatiye vekirin. Armanca vekirinê pêşxistina asta melayan, têgihîştina wan a li ser têgeha îslama demokratîk a li ser bingeha Peymana Medîneyê zêde bike, nirxên hezkirin û xwişk û biratiyê di nava civakê de belav bike û redkirina cudakarî û mezhebperestiyê ye. 

Perwerde bi dayîna semînerekê ji aliyê hevserokê Meclisa Qamişloyê ya Kongreya Îslama Demokratîk Silêman El Elî ve hate dayîn. Di semînerê de bingehên fikrî yên îslama demokratîk, rola wê di avakirina civakeke wekhev û adilane de, sererastkirina têgînên şaş ên ku aliyên din red dikin û olên din qebûl nakin, hatin şîrovekirin.

Di perwerdeyê de dê semîner û atolye li ser mijarên olî, fikrî û civakî, berpirsyariyên melayan ên li hemberî civakî, çawaniya rêvebirin û birêxistinkirina civakê, rola jinan di îslamê de, qonaxên ku îslam tê re derbas bûne, werin lidarxistin.

(bb)

ANHA